Ebdulmehdî: Yên êrîsî balyozxaneya Amerîka dikin wê bên cezakirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê yê ji kar vekişayaye û hîn erka xwe radest nekiriye Adil Ebdulmedî, li ser êrîşa xwepêşanderan bi ser Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê daxuyanî da û got, kesên êrîş dikin wê bên cezakirin.
Adil Ebdulmehdî ku hîn wekî serokwezîr Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz ji xwepêşanderan kir ku hemû ji balyozxaneya Amerîka dûr bikevin û got, “Her êrîşeke dijî balyozxane û nûnerîya welatan li Iraqê bê kirin hêzên ewlekarîyê bi tundî bersiva wan kesan didin û wê rastî cezayên giran ên yasayî werin.”
Îro Sêşemê bi sedema protestokirina êrîşa balafirên Amerîkayê bi ser bingehên Heşda Şeibî û Ketîbeyên Hizbûllahê de, mîlîşyayên Esayîb Ehlulheq tevî alîgirên Hizbûllaha Iraqê û Heşda Şeibî li pêş balyozxane ya Amerîka ya Bexdayê xwepêşandan kirin û di encama êrîşa ser balyozxaneyê de jî beşek ji avahiya balyozxaneyê hat şewitandin.