TR KU SO
FB X
Cîhan

Edy Cohen bal kisand ser rûdanên dawî yên li Îranê

Admin H
Nivîskar
📅 19 tîrmeh 2020 18:49

PeyamaKurd - Rojnamevan û akademisyenê Îsraîlî li Zanîngeha Bar-Ilan û Navenda Lêkolînên Stratejîk a Begin-Sadatê Edy Cohen, li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser rûdanên dawî yên li Îranê peyamek belav kir.

Cohen di peyama xwe de balê dikişîne ser Kurdên Rojhilat û Erebên Ehwazê yên Îranê û dibêje, ji geşedanên nû û bilez re amade bin.

Cohen ku bixwe kesayetekî nêzîkî Kurdan e û herwiha şêwirmendiya serokwezîrê Îsraîlê jî dike, piştgiriyeke xurt dabû referandûme serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê û gotibû, “Pêdiviya Îsraîlê bi Kurdistana serbixwe heye.”

Hêjayî gotinê ye, ev demek e rejîma Îranê bi hinceta vîrusa koronayê careke din guvaşa ser bajarên Rojhilatê Kurdistanê û li eyaleta Xuzistanê jî li ser bajarê Ehwazê fişara xwe zêde kiriye.

Li wan herêman piranî Kurdên sunî û Erebên sûnî dijîn ku rejîma Îranê zêdetir bi ser wan de diçe.

Akademisyenê Îsraîlî jî balê dikişîne ser kiryarên fişar û zilma Îranê û peyamekê digihîne Kurd û Erebên Îranê.

Parve bike: