Erdoğan û Macron li ser Îranê û herêmê axifîn
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Fransayê Emmanuel Macron di rêya telefonê de axifîn. Her dû lîder di axaftina xwe de behsa şerê Îranê, pirsgişrêkên li herêmê û meseleyên kureyî axifîn.
Li gor ragihandina serokkomariya Tirkiyê, Erdoğan ji Macron re gotiye ku Tirkiye pêşdeçûnên li Îranê ji nêz de dişopîne, ji mirina sîvîlan xemgîne û ditirse ku jimara miriyên sîvîl zêde bibin û nayê qebûl kirin ku şer li herêmê belav bibe.
Erdoğan gotiye ku eger şer ji bo wextekî zêde dewam bike, wê bibe sedema nearamiya herêmê û temamê dinyayê, Tirkiye bi xwurtî dixebite da bingeha dîplomasiyê xwurt bike û her dû teref car din dagerin ser masê.
Erdoğan ji bo Macron ragihandiye ku divê pêvajoyên şerên li herêmê û dinyayê di navbera endamên NATO de hevkariya bergiriyê zêde bikin û hevkariya avêtina pêngavên di sanayiya bergiriyê de lezê bidinê.