TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistan: Em ê karibin navbera xwe û Amerîkayê xwes bikin

Admin M
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2022 01:15

PeyamaKurd – Navbera Erebistana Si’ûdiyê û Amerîkayê ji ber kêmkirina veberhênana petrola dinyayê ya ku rojane 2 mîlyon varêl kêm kiribûn, nexweş bûbû û Amerîka mecbûr ma ku ji petrola xwe ya stratejîk petrolê bixe bazarê da bihayê petrolê zêde nebe. Erebistan di nav OPEC ê de dewleta herî serdeste ku dikare biryaran bide lê kêmkirina veberhênana petrolê ji Amerîka re weka derbekî mezin hat. Amerîka ji Erebistanê û endamên OPEC ê gelek aciz bû.

Li ser xerabûna têkiliyên navbera her dû dewletan, wezîrê veberhênanê yê Erebistanê Xalid el-Falih ragihand ku Amerîka hevkarekî xwurt yê Erebistanê ye û dikarin arîşeya dawiyê çareser bikin. Wezîr Falih, di konferansa li Riyadê ya ji aliyê PIF ê de hat amadekirin de axaftina xwe kir û got ku têkiliyên Erebistan û Amerîkayê yên dîrokîne. Falih got ku berê jî di navbera her dû dewletan de arîşe derketine lê çareser kirine. Falih weha got:

“Ji 80 salî û heya niha, di bin pirê de gelek av derbas bû. Tevî problemên dawiyê, ji rêvebirên fînansa Amerîkayê gelek kes tevlî civînê bûne. Amerîka hevkarekî me yê xwurte, dezgeyên me bi hevre dixebitin, têkiliyên her dû milletan gelek başin û em ê karibin arîşeya vê dawiyê çareser bikin.

Welatê me dostê herkesiye, têkiliyên me bi Amerîka û Îngîltere re gelek başin, hevparên me yên Asya, Japonya û Çîn di bazirganî û veberhênanê de perçeyên ji aboriya me ne.”

Parve bike: