Erebistana Siûdî êrîşên li ser axa xwe şermezar kir
PeyamaKurd - Erebistana Siûdî bi fermî êrîşên ku ji axa Iraqê li dijî welatên Kendavê hatine destpêkirin şermezar kir û ragihand ku ew ê hemû tedbîrên pêwîst bigire da ku serwerî û ewlehiya xwe biparêze.
Roja Yekşemê, 12ê Nîsana 2026an, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî Balyoza Iraqê ya li Riyadê, Safiya el-Suheyl, gazî wezaretê kir da ku noteke nerazîbûnê ya fermî radestî wê bike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gav ji ber êrîşên bi dronan ên berdewam û gefên eşkere yên li dijî Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê ji axa Iraqê ve hatiye avêtin.
Cîgirê Wezîrê Karên Siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî Saud el-Sati ku nota nerazîbûnê radestî wê kir, berteka xwe ya tund li hember êrîşan nîşan da.
Sati diyar kir, "Divê Iraq bi tevahî berpirsiyariya xwe li hember van gef û êrîşên ku ji axa wê tên tevbigerin." Karbidestê Siûdî tekez kir ku padîşahî bi eşkereyî her binpêkirina serweriya xwe û her hewldanek ji bo bêîstîqrarkirina herêmê red dike.
Siûd el-Satî dubare kir ku Erebistana Siûdî biryardar e ku hemû gavên pêwîst di çarçoveya qanûnên navneteweyî de ji bo parastina ewlehiya xwe û parastina axa xwe bavêje.