Fransa, bertekî nîşanî êrîşên ser 2 keştiyên li lîmana Dimyatê ya Misrê da
PeyamaKurd – Hukumeta Fransayê bertekê nîşanî êrîşên bi İHAyan yên ser 2 keştiyên li lîmana Dimyatê ya Misrê da û rûdanan şermezar kir.
Wezareta karên derve ya Fransayê, li ser êrîşên di 29ê Tîrmehê de, daxwuyanî da. Fransa berteka tund nîşanî êrîşan da û desteka xwe ya ji bo ewlehî, desthilat û yekîtiya axa Misrê ragihand.
Wezaretê ragihand ku divê ji bo îstîqrar û aramiya herêmê xebatên dîplomatîk dewam bikin û di mijarê de çi bikeve ser milê Fransayê dê bike.
Hukumeta Misrê di 29ê Temmûzê de ragihandibû ku li lîmana Dimyatê di 2 keştiyên çêkirina gasê û depokirinê de, şewat derketiye, şewat jî bi sedema êrîşa bi İHAyên kamikaze derketiye.
Hûsiyên Yemenê red kiribûn ku êrîşê keştiyên limana Dimyatê kirine û ragihandibûn ku di Derya Sor de çûnûhatina keştiyan bi ewleye û çi rewşeka ku jê endîşe bikin nîne.