Cîhan
Guterres ji bo welatên Kendavê banga aramiyê kir
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres li Civata Giştî ya 74an axivî û ji bo welaên Kendavê banga aramiyê kir.
Guterres di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana li Kendavê. û got ‘’Li Kendavê hin bûyerên ku dibe ku encamên wan xirab be, pêk tên. Em jiber gumana pevçûneke çekdarî ya li Kendavê ketine fikaran.’’
Guterres da zanîn ku êrîşa dijî navendên petrolê yên Erebistana Saudî nayê qebûl kirin û banga aramîyê kir.
Amerîka û welatên Ewrupî, ser êrîşa dijî Erebistana Saudî, Îranê tawanbar dikin, lê Îran wan îdiayan red dike.