Cîhan
Hakan Fîdan li Şamê ye: Wê bi Şara re bicive
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan bi serdaneke fermî çû paytexta Sûriyeyê Şamê.
Hakan Fidan li Firokexaneya Navneteweyî ya Şamê ji aliyê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esad Hesen Şeybanî ve hate pêşwazîkirin.
Di çarçoveya bernameya serdanê de Hakan Fidan dê pêşî li gel hevpîşeyê xwe Şeybanî bicive û piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar were lidarxistin.
Fidan her wiha di hevdîtinên xwe yên li Şamê de, dê bi Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Eş-Şara û Wezîrê Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xattab re wera ba hev.