TR KU SO
FB X
Cîhan

Hamas: Ew ê zêdetir bi berxwedanê re rû bi rû bimînin

Admin L
Nivîskar
📅 23 tebax 2023 12:42

PeyamaKurd – Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye jî diyar kir, her ku Îsraîl hedefgirtina Filistîniyan zêde bike wê xeleka rageşî û pevçûnê berfireh bibe.

Heniyye di daxuyaniya xwe ya li ser malpera fermî ya Hamasê de eşkere kir, li Şerîeya Rojava tu çareseriyeke siyasî û ewlehiyê tune ye û wiha got.

“Çareseriya ewlehiyê ya li ser bingeha stratejiya kuştin, sûîqest û desteserkirina Şerîeya Rojava, tu feydeyê nade gelê me û nake. Çareseriya siyasî têkçûna xwe îspat kiriye, ji bilî dagirkerî ji axa me pê ve ti çareseriyek din nîne.”

Heniyye da zanîn, berdewamiya polîtîkaya îlhaq û cihûtiyê ya li Quds û Şerîeya Rojava dê bi berxwedana gel re rû bi rû bimîne û her ku Îsraîl hedefgirtina Filistîniyan zêde bike dê xeleka alozî û pevçûnan berfireh bibe.

Parve bike: