TR KU SO
FB X
Cîhan

Her dû wezîrên Kurd baweriya parlementoya Iraqê sitendin

Admin M
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2022 00:19

PeyamaKurd -  Di parlementoya Iraqê de 2 wezîr heya niha neketibûn ber dengdana parlementoya Iraqê. Her 2 wezîrên Kurd Bengîn Rêkanî ku bû wezîrê îmar û îskanê û Nizar Amedî ku bû wezîrê hawirdorê di parlementoya Iraqê de dengên baweriyê sitendin.

Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di 1 ê berfanbarê de nivîsekî şandibû parlementoyê û xwestibû ku her dû namzedên Kurd yên ji bo kabîna wî hatin nîşandan, wan bixin ber dengdanê.

Serokkomarê Iraqê Latif Reşîd di 13 ê cotmehê de Şiya Sûdanî ji bo serokwezîrtiyê û avakirina kabîna nû erkdar kiribû. Bernama Sûdanî ya hukumetê bi 21 wezîran ve dengên baweriyê sitendibûn.

Parve bike: