TR KU SO
FB X
Cîhan

HTS (El Nûsra): Em amade ne di operasyona Tirkiyê de serê Kurdan bikin…

Admin S
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2019 19:52

PeyamaKurd – Rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ-El Nûsra) ku girêdayî El Qaydê ye û demek berê şerê grubên opozîsyona çekdar a girêdayî Tirkiyê dikir, ragihand ku ew ê piştgiriyê bidin operasyona Tirkiyê ya ser Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê.

Serokê rêxistina tundrew HTŞê Ebu Muhammed El Joulanî di hevpeyvînekê de got ku ew amade de di operasyona ser Rojava de piştgiriyê bidin artêşa Tirkiyê û şerê Kurdan bikin.

 Joulanî di hevpeyvîna 14ê Çileyê ya ligel Ajansa Amjad de, diyar kir ku wekî hêzeke çekdar a operasyonel ew amade ne bi awayekî çalak beşdarî operasyonê bibin.

Hêjayî gotinê ye, li devera Idlibê HTŞ rêxistineke xwedî bandor e û bi qasî 20 hezar çekdarên wê hene û El Qaydeya pê ve girêdayî jî li tevahiya dinyayê wekî rêxistineke terorîst hatiye nasandin.

HTŞê heta niha çar caran navê xwe guherandiye ku navê dawî hîn neketiya lîsteya terorê.

Parve bike: