TR KU SO
FB X
Cîhan

ÎDÎA | 'Tirkiyê nasnameya tirkî û hemwelatîbûn da fermandarê berê yê El Qaîdeyê’

Admin H
Nivîskar
📅 27 hezîran 2021 12:53

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Tirkiyê nasnameyên tirkî dane hejmarek Sûriyeyan ku di nav wan de fermandarê berê yê El Qaîdeyê jî heye.

Rojnamevan Lindsey Snell li ser medya civakî ligel wêne belav kiriye û îdia kiriye ku yek ji  fermandarê berê yê El Qaîdeyê Manar el Shamî ji Tirkiyê hemwelatîbûn wergirtiye û nasnameya tirkî standiye.

Rojnamevan Snell li ser parvekirina xwe dibêje:

“Li demeke ku siyasetmedarên tirk behsa vegerandina penaberên sûrî bo welatê wan dikin, fermandarê berê yê El Qaîdeyê Manar Al-Shamî hemwelatîbûna Tirkiyê distîne.”

Parve bike: