Îmamoglu îro bifermî dest bi kar dike
PeyamaKurd -Şaredarê hilbijartî yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dîyar ku merasîma wergirtina kar dê roja Pêncşemê (îro) li dar keve.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Parêzgeha Stenbolê ve hatiye belavkirin, amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku merasîm saet 18:00ê roja Pêncşema 27ê Hezîrana 2019ê li avahiya Saraçhane ya Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê tê kirin.
Îmamoglu jî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê piştrast kir ku merasîm dê li Saraçhane li dar keve û bang li welatiyan kir ku beşdarî merasîma li pêşberî avahiya şaredarîyê bibin
Namzedê Tifaqa Miletê yê ji Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu di 23ê Hezîranê de dijî namzedê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim bi ser ketibû.
Hêjayî gotinê ye ku, pisporên sîyasetê didin zanîn ku hilbijêrên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di serkeftina Îmamoglu de roleke girîng lîstine.