Cîhan
Îran: Mê li Kuweytê êrîşî baregeha El-Salêm kir
PeyamaKurd - Arteşa Pasdaran a Îranê raghinad ku wan di saetên sibehê de li Kuweytê derb li baregeha asmanî ya Elî El-Salêm a girêdayî DYAyê xistiye.
Di daxuyaniyê hat gotin ku di vê operasyonê de 2 hangarên firokeyên bêmirov û depoyeke mezin a sotemeniyê ku ji bo balafir û helîkopterên leşkerî dihat bikaranîn hatine têkbirin.
Pasdaran bal kişand ser ku dê cezakirina êrîşkaran heta derxistina hêzên leşkerî yên DYAyê ji herêmê berdewam bike.