Cîhan
Îran nehist jin 8 ê adarê pîroz bikin
Li gor sîte ya nûçeyan ya bi navê “İran Wire” li payîtexta Îranê, li Tehranê hinek jin xwestin ku bi boneya “8 ê adarê roja jinan ya Dinyayê” xwepêşandan bikin. Lê polîs nehişt xwepêşandan bê kirin û gelek jinan xistin bin çav û rojnamevanekî jî bi wan re girtin.
Jinên xwepêşandêr li ber “Wezareta Alîkarî, Kar û Bexteweriya Civakî” civiyan û xwestin xwepêşandan bikin. Lê polîs nehişt xwepêşandan çêbibe.
Di nava kesên ku hatine binçavkirin de nûçegihanê rojnama Şarqê Elî Salîm jî heye ku di xeta reformîstan de ye. Rojnama Şarqê ragihand ku binçavkirina Salim rast e.