Cîhan
Îran û Umanê li ser Tengava Hurmizê li hev kir
PeyamaKurd - Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê û parlamenter Hesen Qaşqavî ragihand ku di navbera Îran û Umanê de li ser mijara Tengava Hurmizê lihevkirinek çêbûye.
Qaşqavî di daxuyaniya xwe ya ji bo medyaya Îranê de bal kişand ser hevdîtinên bi Umanê re û diyar kir ku li ser çarçoveya peymaneke giştî lihevkirin hatiye kirin.
Qaşqavî destnîşan kir ku çarçoveya lihevkirina giştî ya bi Umanê re hatiye diyar kirin û nivîsa dawî û hûrgilî dê di demeke nêz de ji bo raya giştî bên ragihandin.
Berdevkê komîsyonê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rêkarên qanûnî û fermî yên vê proseyê û anî zimên ku biryara dawî divê ji aliyê astên bilind ên rêveberiya her du welatan ve were dayîn.