TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: “Wê li Afxanistanê Hasdî Sîî bê avakirin”

Admin M
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2021 03:15

PeyamaKurd – Îranê di rojnama xwe ya fermî de ragihand ku dê li Afxanistanê bi navê Haşdî Şîî rêxistinekî çekdar bê avakirin û dê li hemberê Talîbanê şer bike. Di nûçeyê de hat ragihandin ku dê serokatiya rêxistinê yekî ku berê li Iraqê serokatiya grûbeka mîlîsan kiriye, bike. Ev agahî di nav lîderên Afxanistanê de bû sedema bertekan.

Lîderên Afxanî ragihand ku dê îznê nedin Afxanistan bibe weka Iraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê. Hat gotin ku dê Seyyîd Hesen Heyderî ku berê serokatiya grûbeka li Iraqê kiriye, bibe serokê rêxistinê.

Yek ji rêvebirê wezareta rewşenbiriyê yê Afxanistanê Muhammed Qasim Wefayîzade di ser hesabê xwe yê Twitterê de gotiye ku ev hal dê li Afxanistanê bibe sedema tevliheviyeka mezin û dê îznê nedin ku Afxanistan bibe weka Iraq, Sûriye, Yemen û Lubnanê.

Rojnameyên Tehranê nûçeya xwe birine ser binkeya rêvebirên Tûxayên Fatîmiyyûnê û gotine ku Talîban di bin kontrola Erebistana Si’ûdiyê de ye, talûkeye û dê Haşdî Şîî li dijî Talîbanê raweste.

Parve bike: