TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, Cemsîd Sarmehdî îdam kir

Admin M
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2024 00:10

PeyamaKurd – Dewleta Îranê kesê bi navê Cemşîd Şarmehdî ku Îran wî bi terorê tewanbar dikir û goya Şarmehdî serokê rêxistinekî muxalifê Îranêye, îdam kir. Li gor ragihandina televîsyona dewletê ya Îranê; Şarmehdî li Îranê tevgerên terorî birêxistiye û berê dadgeha bilind ya Îranê cezayê wî tesdîq kiriye.

Cezayê Cemşîd Şarmehdî, di Sibata sala 2023an de hatibû tesdîqkirin û niha înfaz kirin. Serdozgeriya Tehranê li ser mijarê ragihand ku Şahmehdî serokê rêxistina bi navê ‘Tonder’ê ye, navenda rêxistinê DYAye û got:

“Bi fermana karsazên xwe yê Rojavayî û rêxistinên casûsiyê yên Amerîkayê û qatilên zarokan yên Siyonîstan û hevkarên wan yên di nav rejîmê de, Şarmehdî li hemberê Îranê gelek tevgerên terorîstî kir.”

Rêxistina ku bi navê "Tonder" û "Meclisa Qraliyeta Îranê” tê naskirin, di 12ê Nîsana 2008an de, li bajarê Şîraz a Îranê, di êrîşa terorî de, bi sedema kuştina 14 kesan û birîndariya 215 kesan dihat tewanbarkirin, li seranserê Îranê bi kirina hinek tevgerên çekdarî û sabotajan dihat sûcdarkirin.

Wezareta îstîxbaratê ya Îranê ragihandibû ku di sala 2020an de, li derveyê welat Şarmehdî girtibû û ew anîbû Îranê. Şahrmehdî hemwelatiyê Îran-Almanya ye û ji sala 2003an ve, li DYAyê îqamet dikir.

Malbata Şahrmerdî wê wextê ragihandibû ku Şahrmehdî revadine Îmaratan.

Li ser dijberiya Almanya ku dixwest hemwelatiyê xwe Şahrmehdî rizgar bike, dewleta Îranê 2 dîplomatên Almanya dersînor kiribû.

Parve bike: