Cîhan
Îranê Tengava Hurmizê bi temamî girt
PeyamaKurd - Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê, ku yek ji girîngtirîn rêyên enerjiyê yên cîhanê ye bi temamî li ber çûnûhata deryayî hatiye girtin.
Hate diyarkirin ku hemû keştiyên ber bi benderên Amerîka, Îsraîl û hevalbendên wan ve diçin hatine qedexekirin û hişyarî hat dayîn ku her keştiyeke bixwaze vê biryarê binpê bike, dê bibe hedefa rasterast a hêzên wan.
Hêjayî gotinê ye, ev biryara Tehranê piştî bidawîbûna serdema "derbasbûna kontrolkirî" hat ku wekî bersiveke li dijî êrîşên Amerîkayê ye. Îranê herwiha daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump, a ‘Tengava Hurmizê’ vekirî ye jî red kir.