Îranê xwepêşandera 19 salî îdam kir
PeyamaKurd - Li gorî agahiyên Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê, rejîma Îranê ciwanê 19 salî ê bi navê Arwîn Xerxwahanî li Girtîgeha Şahrûdê bidar ve kir.
Xerxwahanî di xwepêşandanên sala 2025an de hatibû girtin, berî niha ji aliyê dadgeheke Îranê ve bi tohmeta "serîhildanê" cezayê mirinê lê hatibû birîn.
Hat ragihandin ku berpirsên girtîgehê heta niha cenazeyê radestî malbatê nekirine û tê çaverêkirin ku merasîma veşartinê di bin tedbîrên ewlehiyê yên pir tund de ji aliyê hêzên dewletê ve birêve biçe.
Di heman demê de, zextên daraza Îranê li ser sivîlan û çalakvanan berdewam dikin. Li gorî nûçeya "Kolbar News"ê, Şaxa Duyemîn a Dadgeha Bijnûrdê cezayê girtîgehê, qamçîkirin û cezayê darayî li Behrûz Îzanlo û keça wî ya 16 salî Zeyneb Îzanlo birî ku di destpêka sala 2026an de hatibûn girtin.
Li gorî biryarê 4 sal û 9 meh girtîgeh, 80 qamçî û 80 milyon riyal ceza li bavî, û 6 meh û 15 roj girtîgeh li keçê hat birîn. Herwiha hat zanîn ku Mona Melekî ya 27 salî ku di 14ê Tîrmeha 2026an de li bajarê Sineyê hatibû destserkirin, piştî 17 rojan hîn jî di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Navendî ya Sineyê de tê girtin.