TR KU SO
FB X
Cîhan

Îskoçya bo serxwebûnê dixwaze referandûmeke nû bike

📅 21 gulan 2018 03:12

PeyamaKurd - Serokwezîra Îskoçyayê Nicola Sturgeon got, piştî Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê veqete, ew difikirin ku referandûmeke nû ya serxwebûnê li dar bixin.

Serokwezîra Îskoçyayê Nicola Sturgeon anî ziman ku Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê wê li pêş dengdana veqetandinê ya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) nebe asteng û got, lê em bifikar in ku veqetandina ji YE li cihên cuda yên welêt bibe sedema pirsgirêkan. Serokwezîra Îskoçyayê destnîşan kir ku ew ê biryara xwe piştî ku peywendiya Brîtanya û YE diyar bibe, bidin.

Li Îskoçyayê di sala 2014a de referandûma serbixwebûnê hatibû lidarxistin û di encamê de ji sedî 44ê dengdêran dengê erê, ji sedî 55ê dengdêran jî dengê na bi kar anîbûn.

Parve bike: