Jared Kushner: Em ê sibê li Moskowê bi Pûtîn re bicivin
PeyamaKurd - Müzakerecê DYAyê Jared Kushner li Abu Dabiyê piştî civînên sêalî yên di navbera Ukrayna, Rûsya û DYAyê de daxuyanî da û ragihand ku ew ê sibê li Moskowê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re bicivin.
Kushner tekez kir ku ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê divê Ewropa jî li ser maseya danûstandinan amade bibe.
Di civînên du rojî yên li Abu Dabiyê de ku piştî meha sibatê yekem car di navbera aliyan de hat lidarxistin, li ser mijara guhertina dîlan lihevkirineke mezin hat kirin.
Kushner û şanda Amerîkî piştî hevdîtina bi Pûtîn re dê biçin Dublinê da ku li wir di Lûtkeya Ewropayê de agahiyan bidin Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy. Ji aliyê din ve, nûnerên Ukraynayê diyar kirin ku ew dixwazin beriya sala nû bigihîjin encamekê û dawî li şer bînin.