TR KU SO
FB X
Cîhan

Joe Biden dibe serokê herî kal û xwedî ezmûn ê Amerîkayê

Admin H
Nivîskar
📅 21 rêbendan 2021 00:39

PeyamaKurd – Beriya merasîma sondxwarina seroktiyê Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris derbasî Koşka Spî bûn.

Serokê 45emîn ê Amerîkayê Donald Trump ku hê jî li têkçûna xwe mikur nehatiye, bêyî beşdarî merasîmê bibe ji Koşka Spî bar kir û çû.

Sîyasetvan û senatorê xwedî ezmûneke bi qasî 50 salan li Amerîkayê Joe Biden ku di hilbijartinên 3yê Mijdara 2020an de wek serok hat hilbijartin, îşev wek serokê 46emîn ê Amerîkayê sond dixwe û dest bi kar dike.

Senator Kamala Harris jî wek Cîgira Serok sond dixwe û dibe jina rêza yekê ya Amerîkîya Afrîqî û Asyaya Başûrî ku cara ewil vê postê werdigire.

Di merasîmê de Cigirê Serokê Amerîka Mike Pence, serokên berê Bill Clinton, George Bush û Barack Obama û gelek kesitîyên navdar ji amade dibin.

Biden di peyamên dibêje, ewê hewil bide ku Amerîkîyan nêzî hev bike û birînên heyî derman bike.

Biden soz daye ku rêvebirîya wî wê nûnertîya tavahîya Amerîkayê bike ku herkes dikare bi rengê xwe tê de cih bigire.

Tîma Joe Biden ji medya Amerîkî re ragihandiye ku Serokê nû Biden îro piştî nîvro piştî sondxwaronê wê hin fermanên qanûnder (executive order) derxe ku hejmarek biryarên Trump betal bike.

Joe Biden 78 salî ye û di dîroka Amerîkayê de dibe serokê herî kal yê Amerîkî.

Parve bike: