TR KU SO
FB X
Cîhan

Kazimî: 3 tengasiyên mezin li ber Iraqê ne

Admin H
Nivîskar
📅 08 hezîran 2020 01:50

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna awarte ya kabîneya xwe de da xuyakirin, Iraq di nava 3 tengasiyên mezin de ye û ew jî qeyrana aborî, tendirustî û daketina nirxê nefte ye.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Yekşemê pîrozbahî li wezîrên nû yên kabîneyê kir û destnîşan kir ku ew dê ji niha şûnde wek tîmeke yekgirtî bi ser bikevin.

Kazîmî da zanîn ku qeyrana aborî, daketina nirxê neftê û nexweşiya vîrusa koronayê bandoreke mezin a aborî li ser Iraqê kiriye.

Serokwezîrê Iraqê diyar kir, hikûmetên beriya wî dahatên welêt bi xirabî xerc kirine û ew ê projeya çaksaziyan bi cih bikin û projeyên xizmetguzariyê jî li seranserê Iraqê bi cih bikin û rê li ber gendeliyê bigirin.

 

Parve bike: