TR KU SO
FB X
Cîhan

Kîev: Me 26 frokeyên Rûsyayê xistin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 28 adar 2024 17:13

PeyamaKurd - Hate angaştin ku hêzên artêşa Ûkraynayê şeva borî 26 firokeyên bêmirov ên biçek ên ku Rûsyayê di hêrişa li ser rojhilat û başûrê wî welatî de bikar anîbû, xistine xwarê.

Fermandarê Hêza Hewayî ya Ûkraynayê Mikola Oleschuk di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya Telegramê de got: "Şeva 28ê Adarê, Rûsyayê bi 28 firokeyên bêmirov ên cureya Şahed 136-131 hêrişî herêmên Kursk û Cape Chuda yên Qirimê ku di 2014an de ji aliyê Rûsyayê ve hatibûn dagirkirin kir û di encama van hêrişan de li herêmên Odessa, Xarkov, Dnipropetrovsk û Zaporizhia 26 ji van frokeyan hatin xistin."

Li gor jêderên herêmî Moskowê her wiha 3 mûşekên şopedozîn ên KH-22 û mûşekek KH-31B ya dijradarê û mûşekên S-300 yên ji bejaşî berew asîmanî jî avêtin.

Hatibû ragihandin ku di hêrişên duh ên Rûsyayê yên li herêma Harkov û hin herêmên din ên Ûkraynayê de herî kêm 4 kesan jieyana xwe ji dest dane û 28 kes jî birîndar bûne.

Vê yekê kiribû ku Kiev, ji hevalbendên xwe yên rojavayî bêtir pergalên parastina hewayî yên Patriot bixwaze.

Parve bike: