TR KU SO
FB X
Cîhan

Li bajarê Hamayê teqîn: 24 qurbanî

Admin M
Nivîskar
📅 24 sibat 2019 19:06

PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Hamayê li gundê Selemiyê, li devera Wadî Atibê, ji aliyê DEAŞê de mayîn hatibû danîn û di dema erebeya ku karekeran dibir derbas bû, mayîn teqiya. Di encamê de 24 sîvîl hatin kuştin.

Li heman deverê berê jî gelek caran bûyerên weha çêbû û bi dehan kes jiyana xwe dabûn. Hama niha di destê hêzên rejîmê de ye û li gelek deverên wê, di dema ku di destê Deaşê de bû, di wan de mayîn hatine çandin.

Parve bike: