Li Fransayê 90 kes di avê de fetisîn
PeyamaKurd – 2 hefteye ku li Fransayê germekî zêde heye û xelk xwe dixe avê. Lê ji ber tedbîran baş nagrin û lipey ûsûl û qaîdeyan naçin, heya niha 90 kes zêde di avê de fetisîne.
Wezîra werzişê Marina Ferrari, ragihand ku ciwan bê rêber avjeniyê dikin û encama wê jî baş nîne. Wezîra werzişê ya Fransayê Marina Ferrari, di kanala tv yê ya RMC de daxwuyanî da û li ser hewa germ ya 2 hefteye dewam dike axifî. Ferrari got:
“Bi germa zêde ve girêdayê ji 19ê Hezîranê heya îro 90 kes zêde di avê de fetisiye û ev rêje gelek bi endişeye. Di rojên dawiyê de jimar kêm bûye û ev girêdayê zêdebûna germeye.
Kesên jiyana xwe dane, girêdayê qaîdeyan namînin û lewra jimara kesên fetisîne zêde ne. Bi taybetî ciwan û zarok di mijarê de hessasin û divê wan bê kontrol nehêlin. Ciwan dikevin avên ku çavdêrên wan nînin û di ava vekirî de dive perwerdê zêdetir bikin.”
Ferrari got ku piraniya kesên fetisîne di derveyê hewzan de li ciyên weka gol çêbûne.
Bi sedema germa zêde ya li Fransayê, di 26ê Hezîranê de tenê li Parîsê 109 kes ji ber germê jiyana xwe ji dest dabûn.