Li Iraqê daxuyaniyên kês û hewayê hatin qedexekirin
PeyamaKurd- Hikûmeta Iraqê daxuyaniyên li ser kêş û hewayê ya ji ber pêla tozê qedexe kir. Ji aliyê rayedarên hikûmetê ve ji bo vê qedexeyê sedemek nehatiye nîşandan. Pisporên saziya kêş û hewayê jî dibêjin; dê ev biryar xetereyan zêdetir bike.
Pêla tozê ya sê roj in dewam dike, li Herêma Kurdistanê jî bû sedem ku bi sedan kes biçin nexweşxaneyan. Ji destpêka pêla tozê ve li gelemperiya Iraq û Herêma Kudistanê bi giştî 717 kes bi xetereya fetisînê rakirin nexweşxaneyan û 6 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Sadik Atiye ku yek ji pisporên kêş û hewayê ya Iraqê ye, bi rêya medyaya civakî da zanîn ku Hikûmeta Iraqê agahiyên texmînê li ser kêş û hewayê qede kir. Sadik Atiye got; di vê pêvajoya ku welêt di bin metirsiyê de ye, dê ev qedexe rewşê xetertir bike.