Cîhan
Li Îzmîrê kestiyek xerq bû: “4 kes xeniqîn!”
PeyamaKurd- Li Îzmîrê keştiyeke penaberan xerq bû. Di encamê de 4 penaber xeniqîn. 30 penaber jî winda bûn.
Di derbarê bûyerê de Wezareta Karên Hundir ya Tirkiyê daxuyaniyek da û wiha got: “Li Îzmîrê li navçeya Karabûrûnê keştiyeke penaberan xerq bû. Di encama bûyerê de laşê 4 penaberan hate dîtin. 30 penaber jî winda ne. Ji bo kesên winda jî lêgerîn dewam dikin.”