TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Koreya Bakur bahozeke mezin nêzîk dibe

Admin L
Nivîskar
📅 12 tebax 2023 17:07

PeyamaKurd – Rayedarên Koreya Bakur ji xelkê daxwaz dikin ku di egera rûdana lehiyê de li wêneyên Kim Jong-Un miqate bin.

Li gor zanyariyan, li Koreya Bakur bahozeke mezin nêzîk dibe, Partiya Karkeran a desthilatdar a Koreya Bakur hişyarî da xelkê ku di egera dirustbûna lehiyê de bala wan li ser rizgarkirina wêneyên Kim Jong-Un û wêneyên bavê wî be.

Partiya Karkeran a Koreya Bakur diyar kiriye, çendîn serbaz û xwebexş ji bo rizgarkirin wêne û peykerên Kim Jong-Un li cihên giştî hatine amadekirin.

Herwiha tê pêşbînîkirin ku bahozeke mezin di çend rojên bê de Koreya Bakur bigre û li navçe û bajarên cuda jî egera dirustbûna lehiyê heye.

 
Parve bike: