Li Lubnanê xwepêsandanên ‘Hefteya Hêrsê’ dest pê kirin
PeyamaKurd – Xwepêşandanên Lubnanê ku beriya niha bi sedema krîza aborî û siyasî ya avanekirina hikûmetê dest pê kiribûn, ji nû ve dest pê kirin.
Komên tevgera gelerî piştî 90 rojan ji tevgerên xwepêşandanan ku li gelek herêman rû didin, banga "Hefteya hêrsê" li hemû herêmên Lubnanê kirin.
Televizyona MTV a Lubnanê ragihand ku xwepêşandêran li Beyrûdê bi dolaban rêya sivîl a sporê û rêya giştî ya li Mehlet Firna El-Şebak a taxên paytexta Beyrûtê girtine.
Skynews a erebî jî ragihand ku li bakurê Lubnanê bi dehan rê hatine girtin, di nav de Otostrada Balma ji her du aliyan ve, rêya Qelemon a deryayî ji her du aliyan ve, Otostrada Bedawî ji her du aliyan ve, Otostrada Tebana ji her du aliyan ve û Çerxarêya Merc a li peravê ya ber bi Ostostrada Beyrûdê û Terablusê ve hatine girtin.
Dîsa li Bîqa jî xwepêşandêran gelek rê ji demjimêrên sibehê ve qut kirine ku di nav de rêya Kamid El-Loz, Cib Cinîn û Zehlê jî hene.