Macron bi Abbas û Netanyahu re axivî
PeyamaKurd – Di axaftina telefonî ya Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Filistînê Mahmud Abbas û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de rewşa Xezzeyê û Şerîeya Rojava hat nirxandin.
Di daxuyaniya Qesra Elyseeyê da hat destnîşankirin ku Macron û Abbas di pêwendiya telefonê da li ser agirbesta însanî û rewşa Şerîeya Rojava axivîne.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Macron tundiya li Şerîeya Rojava ya li dijî sivîlên Filistînî şermezar kir û ji rayedarên Îsraîlê xwest ku dawî li vê rewşê bînin.
"Herdu serokan li ser girîngiya nekirina tiştekî ku wê Şerîeya Rojava lawaz bike li hev kirin."
Di daxuyanîya hat dayîn de hat diyarkirin, her du serokan diyar kirin ku ji bo daxwaza dewletbûnê ya Filistîniyan pêk were divê pêvajoya siyasî ji nû ve bê destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Serok (Macron) bi bîr xist ku Fransa ji bo hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ku dawî li şer û vegerandina aştî û ewlehiyê ji bo hemû herêmê tîne, dike."
Hat ragihandin, Macron di hevdîtina xwe ya bi Netanyahu re amaje bi wê yekê kir ku ji ber êrîşên ku li Xezzeyê didomin gelek sivîl bûne qurbanî û divê sivîlên li Xezzeyê bên parastin.
'Divê demildest agirbesteke însanî bê avakirin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Macron tekezî li ser pêwîstiya herêmê kir û divê ev yek piştre bibe agirbestê.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Macron ji Netanyahu re gotiye ew ji zêdebûna tundiya li Şerîa Rojava ya li dijî sivîlên Filistînî bi fikar e û ev rewş şermezar kir û "(Macron) israr kir ku ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê tundiyê û parastina aramiyê divê her tişt bê kirin."
Di daxuyaniyêde bal kişand ser wê yekê ku divê rewşa Xezzeyê li herêmê belav nebe û got, çareseriya pirsgirêka Filistînê bi du dewletan dê li Rojhilata Navîn aramiyê misoger bike.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Macron bi Netanyahu re mijara girtiyên li Xezzeyê jî axiviye û destnîşan kir, Macron got ku mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze û "Fransa di têkoşîna li dijî terorê de bi vî welatî re di nava piştevaniyê de ye."