Cîhan
MSD: “Em ji tehdîdên Îranê natirsin!”
PeyamaKurd- Hevserokê Meclîsa Sûriyê ya Demokratîk (MSD) Riyad Dirar li ser peyvên Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî ku digot “piştî Idlibê, dora Rojhilatê Firatê ye” axivî û got ku em ji tehdîdên Îranê natirsin.
Dirar wiha dewam kir: “Ji ber ku li Tehranê tu levhatin çênebûn, Rûhanî êdî li ser Rojhilatê Firatê tehdîdan dike. Di 7ê Êlûnê de Serokomarê Tirkiyê, Rûsya û Îranê li hev nekirin. Tiştekî ku Rûsya û Tirkiyê qaîl bike, çênebû. Ji ber vê yekê Rûhanî Kurdên Rojavayê tehdîd dike. Lê em ji tehdîdên wiha natirsin. Îran ne di wê rewşê de ye ku tehdîdan bike.
Di 7ê Êlûnê de Serokomarê Tirkiyê, Rûsya û Îranê li ser rewşa Idlibê li hev civîbûn, lê belê levhatinek çênebûbû û serokomarê Îranê gotibû ku “piştî Idlibê, dora Rojhilatê Firatê ye.”