Cîhan
NY: Şerê Rojhilta Navîn ber bi krîza mirovî ve diçe
PeyamaKurd - Dîrektorê Piştevaniya Bername û Rewşên Lezgîn a Komîsertiya Bilind a Koçberan li Neteweyên Yekbûyî, Ayakî derbarê şerê Îranê û veguherîna şer a ber bi krîza mirovî re daxuyanî dan.
Ayakî To got, “Krîza ku li Rojhilata Navîn mezin dibe, krîzeke mirovî ya mezin çêdike. Li hemû herêmê û Başûrêrojhilatê Asyayê pêdivî bi destwerdaneke lezgîn heye.”
Dîrektorê NY diyar kir ku hin personelên NY yên ku li herêmê kar dikin di bin xeteriya ewlehiyê de ne.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan a NY Volker Turk jî bang li aliyan kir ku aloziyan hinekî kêm bikin û ji bo parastina sivîlan tedbîran bistînin.
Herwiha Turk got, “Divê şans bo aştiyê bê dayîn.”