Cîhan
Ocaxa madena zêr roxiya: 12 mirî
PeyamaKurd- Li welatê Afrîka Ganayê li devera Aşantiyê, ocaxa madenê roxiya û di encamê de 12 kes mirin. Ragihandina mirina 12 kesan ji aliyê berdevkê polîsê Akrokeriyê ji aliyê Martin Asenso de hat dayîn.
Asenso ragihand ku 4 kes birîndar hatine rizgarkirin û birînên wan xedarin. Li deverê xebata rizgarkirinê dewam dike. Asenso got ku di wan ocaxan de xebat bi qaçaxî têkirin û li ser mijarê 3 kesên ku li deverê xebatê didin kirin hatine girtin.