Pentagonê girtina sûngirê Bexdadî red kir
PeyamaKurd – Çavkaniyên Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) li ser girtina berpirsê DAIŞê Tahe Bekir Xesanîyê bi navê Hecî Ebdulnasir Qerdaş daxuyanî dan û gotin ku nûçeya girtina wî nerast e.
Qerdaş wekî şûngirê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî hatibû hilbijartin. Di daxuyaniyeke şeva borî ya ewlehiya Iraqê de tevî dîmeneke girtinê hatibû gotin ku Ebdulnasir Qerdaş ji aliyê hêzên wan ve hatiye desteserkirin.
Bexdadî bi destê hêzên Amerîkayê di êrîşeke asîmanî de li bajarê Idlibê nêzî sînorên Tirkiyê hatibû kuştin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî di plana kuştina wî de roleke girîng lîstibû.
Îstixbaratên Iraqê piştî belavkirina nûçeya girtina Ebdulnasir Qerdaş ti agahiyên zêde li ser çalakiya girtina wî eşkere nekiribûn.
Tenê di daxuyaniya ewlehiya Iraqê de hatibû: "Ji dema Zerqawî ve, Qerdaş peywireke fermandariyê di nava DAIŞê de girtiye ser xwe. Herwiha serokê komîteya erkdar a di serdema Bexdadî de bû û şerên li Baxozê bi rê ve dibir."