Pezeşkiyan : Li Qeterê 6 milyar dolar ê Îranê tên azadkirin
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan aşkere kir ku li gorî lihevkirinê ya ku ligel Amerîkayê hatiye îmzekirin, toleyên li ser petrol û petrokîmyayê hatine rakirin.
Pezeşkiyan da zanîn ku di çarçoveya pîlanên nû de, ji tevahiya 12 milyar dolar serwetên Îranê yên ku li Qeterê hatibûn cemidandin, 6 milyar dolar tên serbestberdan û vedigerînin navxweyî welat.
Pezeşkiyan ev daxuyanî di dema serdana xwe ya ji bo bajarê Qumê û hevdîtina ligel Mirceyê Teqlîdê Mezin Şebîrî Zencanî de da.
Serokkomarê Îranê bal kişand ser berxwedana gel a li hemberî fişarên aborî û serbazî û weha got: "Hesabê Amerîka û Îsraîlê ew bû ku bi rêya krîza aborî navxweyî Îranê têk bibin û pergalê birûxînin, lê yekîtiya gel, artêş û hikûmetê ev pîlan pûç kirin."
Serokkomarê Îranê pêngavên ku dê piştî vê rêkeftinê ji bo piştgiriya aboriya gel werin avêtin wiha rêz kirin:
Bi saya vê lihevkirinê ku wekî serkeftineke mezin ji bo gelê Îranê hat binavkirin, qedexeyên li ser firotina petrol û pîşesaziya petrokîmyayê bi temamî radibin.
Hikûmet pîlanên ji bo başkirina debara jiyana welatiyan dixe dewrê; di vê çarçoveyê de krediyên kartên kirînê yên gel tên zêdekirin daku barê jiyanê sivik bibe.
Ji bo vegerandina 6 milyar dolarên din ên ku hîn li Qeterê mane jî hewldanên dîplomatîk û teknîkî berdewam dikin.
Mesûd Pezeşkiyan tekez kir ku helwesta Îranê ya stratejîk neguheriye; niyeta wan a çêkirina çekên nuklerî tune ye û hemû xebatên wan tenê ji bo hewcedariyên navxweyî û di bin çavdêriya navdewletî de ne.