TR KU SO
FB X
Cîhan

Polonya: Em, amadekariya serê bi Rusyayê re dikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 08 îlon 2022 17:30

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Polonyayê ve hat ragihandin ku di nav 10 salên pêş de heger heye ku Polonya û Rusya şer bikin û wan wekî artêşa Polonyayê, dest bi amadekariyên şer kirine.

Alîkarê Wezîrê Berevaniya Polonyayê Marcin Ociepa, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê got,

“Di navbera di 3 salên pêşîn an jî di nav 10 salan de hegereke cidî heye ku di navbera Polonya û Rusyayê de şer dest pê bike. Ji ber vê yekê jî divê em çek û cebilxaneyên artêşa Polonyayê car din dabîn bikin û divê em vê pêvajoyê baş binirxînin.”

Ociepa da zanîn ku di dîroka Polonyayê de bernameya herî bi hêrs a çekdarkirinê tê rêvebirin û diyar kir ku ew ji bo artêşa xwe dixwazin tanq, obus, roketavêj û balafirên bêmirov bikirin.

Marcin Ociepa, di dewama daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ew ê artêşa Polonyayê di nav van 10 salan de nêzîkî 300 hezar leşkeran jî li leşkerên xwe zêde bike.

Parve bike: