TR KU SO
FB X
Cîhan

Reuters: Di êrîşan de wezîrê bergiriyê yê Îranê Nasirzade û fermandarê artêşê Pakpur hatin kuştin

📅 28 sibat 2026 21:06

PeyamaKurd – Ajansa Brîtanî Reuters ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Îranê de wezîrê bergiriyê yê Îranê Emir Nasirzade û fermandarê artêşê yê hêza bejayiyê Muhammed Pakpur hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ji serî de gotibû ku hedefa wan lîderên siyasî û fermandarên artêşêne û li gor wê gotina xwe tevdigere. Di êrîşê de Îsraîlê, li baregeha serokî dînî yê Îranê li Tehranê li ya Ali Hamaney xistibû û di kuştina serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan de bi ser neketibû.

Di stratejiya Îsraîlê de daîma di şer de an di êrîşan de dixwaze li sehayê serpereştên yekem yên siyasî û leşkerî ji orta rake.

Parve bike: