TR KU SO
FB X
Cîhan

Reuters: Tangên Îsraîlê ketin bakurê Xezzeyê

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 30 hezîran 2024 23:00

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Îsraîlê pêşveçûna xwe berdewam kirine û ketine bakurê bajarê Xezzeyê.

Şêniyên Xezzeyê dan zanîn ku tangên Îsraîlê îro pêşdeçûna xwe domandine û derbazî nav taxa Şûceyiyê ya li bakurê Xezzeyê bûne û hêrişên xwe yên li ser bajarê Refahê domandine. Şêniyan ragihandin ku di encama hêrişên îro de herî kêm 6 filistînî hatine kuştin û çend mal wêran bûne.

Li gorî nûçeya Reutersê, şêniyên herêmê diyar kirin ku tangên Îsraîlê ku 4 roj berê vegeriyabûn Şûceyiyê, gule li gelek malan reşandine û malbat di hundirên malê xwe de asê mane û nikarin derkevin derve.

2 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlî ragihand ku hêzên wan li Şuceyiyê di 24 demjimêrên borî de çend çekdarên Hemasê kuştine, gellek çekên Hemasê bi dest xistine û binesaziya leşkerî ya rêxistinê bombebaran kirine.

Artêşê ragihand ku di pevçûnên duh ên li bakurê Xezzeyê de 2 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.

Baskê çekdar ê Hamasê, Tugayên Îzzeddîn El-Qassam û Tevgera Cîhada Îslamî jî ragihandin ku li taxa Şuceyiyê û Refahê şer û pevçûnên dijwar rû didin û şervanên wan bi roket û hawanên dijî tangan hêrişî hêzên Îsraîlê kirine.

Hejmara miriyan gihîşte 38 hezarî

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di operasyona artêşa Îsraîlê yên di 7ê Cotmeha sala çûyî destpê kirin heta niha de, bi giştî 38 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Wezaret hejmara kuştiyan nagire, lê belê rayedar dibêjin piraniya kesên ku hatine kuştin sivîl in.

Ji aliyê din ve Îsraîl radigihîne ku li Xezzeyê zêdetirî 300 leşkerên wan hatine kuştin. Îsraîl dibêje herî kêm ji sê parên filistîniyên ku hatine kuştin mîlîtan in.

Parve bike: