Tangên Îsraîlê ketin el-Mawasî ya li basûrê Xezzeyê
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku tangên artêşa Îsraîlê ketine taxên herêma el-Mawasî ya bakur-rojhelatê Refaha li başûrê Xezzeyê û li vê deverê di navbera artêşa Îsraîlê û çekdarên Hemasê de pevçûnên giran destpê kirine.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku îro tangên artêşa Îsraîlê ketine hin taxên el-Mawasî ya ku kesên ji deverên din ên Xezzeyê reviyane û tê de bi cih bûne.
Di medyaya civakî de dîmenên du tangên Îsraîlê ku li el-Mawasî, li girekî peravê deryayê bi cih bûne, bi awayekî berfireh hate belavkirin.
Niştecihekî ji el-Mevasî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji Reutersê re got: "Pevçûn pir dijwar in. "Hêzên Îsrailê niha li devereke El-Mawasî bi cih bûne. Ev yek bûye sedem ku malbatên ku li herêmê dijîn ber bi Xan Yûnisê ve birevin."
Tevî ku zêdetirî heşt mehan bi ser şerê li dijî Xezzeyê ya di bin desthilatdariya Hamasê de derbaz bûne jî, Îsraîl balê dikişîne ser du deverên ku hê jî tam nexistiye bin kontrola xwe. Yek ji wan deveran Refaha li başûrê Xezzeyê ye û ya din jî Deyr al-Balaha li navenda Xezzeyê ye.
Şêniyên herêmê ragihandin ku di çend rojên dawî de tangên artêşa Îsraîlê derbazî rojava û bakurê Refahê bûne û bi dehan xanî teqandine.
Daxuyaniyên her dû aliyan
Artêşa Îsraîlê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ‘operasyonên sîxurî’ yên li herêma Refahê didomin, depoyên çekan û dergehên tunêlan hatine dozîn û gellek çekdarên Hemasê hatine kuştin.
Baskên çekdar ên Hamas û Cîhada Îslamî jî ragihandin ku çekdarên wan bi roketên dije-tang, hawan û teqemeniyên pêşamadekirî hêrişî hêzên Îsraîlê yên li Refahê kirine.
Hate angaştin ku di hêrişa hewayî ya Îsraîlê ya li taxa el-Sebra ya Xezeyê de 8 filistîniyan canê xwe ji dest dane û di hêrişeke din a hewayî ya li Nuseyrata navenda Xezzeyê de jî 2 filistîniyan canê xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku di encama hêrişên wan de, bi dehan xalên leşkerî yên Hemasê yên li deverên cuda ketine ber şêla hêzên wan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xêza Xezeyê jî îro ragihand ku hejmara kesên di şer de mirine derketiye 37 hezar û 598an. Di daxuyaniya ku ji aliyê wezaretê ve hat dayîn de wiha hat gotin ku di 24 demjimêrên dawîn de 47 kesan canê xwe ji dest dane û 121 kes jî birîndar bûne û birîndaran rakirine nexweşxaneyan.