TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsya: Bi vê tevgerê, Amerîkayê hemî hêvî sikandin!

Admin V
Nivîskar
📅 09 gulan 2018 14:24

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di derbarê biryara Amerîka ya vekişîna ji peymana nuklerê de daxuyaniyek da û got ku Amerîkayê bi vê tevgerê, hemî hêvî şikandin!

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Gelek aliyên vê peymana nukler hene û bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ya bi hijmara 2231ê hatiye tesdîqkirin.

Tevî van jî vekişîna Amerîkayê tevgereke xelet e û li dijî huqûqa navnetewî ye. Îranê hemî berpirsên xwe anîn cih lê dîsa jî Amerîkayê xwe ji pişt peymanê kişand. Ji ber vê tevgerê em gelekî bi tirs in.

 

Parve bike: