Rusyayê, ew îdia red kirin
PeyamaKurd- Balyozxaneya Rusyayê ya Seulê, nûçeyên li ser îdiayên "Di civîna hefteya borî ya dualî ya di navbera Moskow û Pyongyangê de hevkariya leşkerî hat gotûbêjkirin" red kirin.
Li gorî nûçeya Yonhapê, Balyozxaneya Rusyayê ya Seûlê, di derbarê hevdîtina Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un a bi Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re ku di 13ê Îlonê de pêk hat de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Me rasterast ragihand ku spekulasyonên di çapemeniyê de yên di derbarê hevkariya leşkerî yên ligel Koreya Bakur tên nîqaşkirin bêbingeh in."
Hat tekezkirin ku Rusya "bi berdewamî pabendî hemû sozên navneteweyî ye ku pê girtiye, di nav de pêşxistina pêwendiyên sûdmend" bi Koreya Bakur re ku wê wekî "ciraneke baş û şirîkê demdirêj" bi nav kir.
Hat diyarkirin ku xeteriya ewlekariyê ya li Nîvgirava Koreyê, ji ber xebatên leşkerî yên tund û bêhevseng ên Koreya Başûr û Amerîkayê yên bi armanca kontrolkirina Pyongyangê bi darê zorê derket holê.