TR KU SO
FB X
Cîhan

Seferên Tirkiye bo Îtalya, Iraq û Kore ya Basûr hatin betalkirin

Admin M
Nivîskar
📅 01 adar 2020 05:14

PeyamaKurd- Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku wan di çarçoveya tedbîrên li hemberê coronavîrusê (Kovid-19) de, îşev ji nîvê şeve û pê de, temamê seferên balafiran yên navbera Tirkiye-Îtalya, Tirkiye-Kore ya Başûr û Tirkiye-Iraq ê de temamê seferên çûndin û hatinê hatine rawestandin.

Koca ragihand ku berê bi Çînê û Îranê re sefer hatibûn rawestandin. Koca got ku ew mecbûrin li hemberê vîrusê Tirkiyê biparêzin. Hem bi Îranê re, berê rêya bejahiyê bo hat û çûnê hatibû girtin. Koca, bo rêya çûn û hata Iraqê jî ku herêma Kurdistanê li pêşe, ragihand ku bo erebeyan hatiye girtin. Vekirina rêya Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi şertan ve girêdayiye û demkiye.

Parve bike: