Serokomara Moldovayê: Em radest nabin
PeyamaKurd- Serokomara Moldovayê Maya Sandu, li ser helwesta Rusyayê ya ji bo herêma Transdinyesterê axivî û ragihand ku ew ê radestî van sorkirinên Rusyayê nebin.
Maya Sandu, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û ku gotibû,
“Heger li herêma Transdinyesterê, gefên ji aliyê Moldovayê ve hebin, dê ji aliyê Rusyayê ve wekî êrîşek dijber werin qebûlkirin.”
Serokomar Sandu li ser van gotinan got, “Em ê radestî van gotinên sorkirinê nebin. Em, welatekî aştîxwaz in û em aştiyê dixwazin. Em hêvî dikin ku li Ukraynayê jî aştî çêbibe.”
Serokomara Moldovayê Sandu di dewama daxuyaniya xwe de got,
“Li ber me, şer heye. Parastina aştî û aramiya Moldovayê, girîng e û ji bo vê jî çi ji destên me were, divê em bikin. Divê destûr neyê dayîn ku welatiyên Moldovayê bi hincetên nijadî, neteweyî yan jî herêmî werin parçekirin.”