Serokomarê nû yê Somaliyê: Em ê tola siyasî hilnedin
PeyamaKurd- Serokomarê nû yê Somaliyê Hesen Şêx Mehmud, piştî dêrindêza sondxwarinê bang li parlementeran kir û got, ‘Ez soz didim, em ê tola siyasî hilnegirin.’ Serokomarê nû ragihand ku ew ê rê li pêşiya dan û stendinên bi hemû muxalîfan re vekin.
Piştî Hilbijartina Serokomariyê ya Somaliyê ku duh pêk hat û heta gera sêyemîn dirêj bû, Hesen Şêx Mehmud hat hilbijartin. Mehmûd îro piştî sondxwarinê dest bi kar kir û bang li parlementeran kir ku ew ê nekevin peyî tola siyasî. Hesen Şêx Mehmud got, ‘Tiştê li me hatine kirin em ê ji bîr nekin, lê belê em ê bibexşînin.
Hesen Şêx Mehmûd, di navbera salên 2012 û 2017an de jî Serokomariya Somaliyê kiribû û bi vê hilbijartinê re cara yekemîn e ku heman kes cara duduyan ji bo Serokomariya Somaliyê tê hilbijartin.