TR KU SO
FB X
Cîhan

Soylu: Eleqeya HUDA PARê, bi terorê re tuneye

Ruken güler
Nivîskar
📅 22 gulan 2023 20:00

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu, di bernameyeke televîzyonê de mijara HUDA PARê û pêwendiya bi rêxistina terorî re nirxand.

Suleyman Soylu di nirxandinên xwe de bal kişand ser rewşa opozîsyona Tirkiyeyê jî û got ku "Wan ewqas xwe motîve kirine ku di jûra ku jê re dibêjin olandan de asê mane û dibêjin, ‘Em ê teqez bi ser bikevin.’ Piştre jî gelek bêhêvî dibin. Bi salan e bi gotina 'dizî' vê yekê tînin zimên."

Soylu bi berdewamî got, “Civaka xwe û partiyên xwe dixapînin, ewqas ji exlaqê bêpar in. CHP hewil dide PKK û HDPê rewa bike û îzah bike ku dibe ku HUDA PAR bi terorê re têkildar be. Tu eleqeya HUDA PARê bi rêxistinên terorê re tuneye.”

Parve bike: