TR KU SO
FB X
Cîhan

Sultanê Ummanê Sultan Kabûs jiyana xwe ji dest da

Admin M
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2020 14:51

PeyamaKurd- Ajansa fermî ya Ummanê ONA ragihand ku ji Dîwana Sultaniyê hatiye ragihandin ku Sultanê Ummanê Sultan Kabûs Bîn Seîd koça diwiyê kiriye û li ser koça wî li welatê Ummanê 3 roj dê şînî bin. Sultan Kabûs 79 salî bû.

Sultan Kabûs berya wefata xwe di şûna xwe de ti kesekî weke welîehd dananî. Li gor qanûna Ummanê divê malbata Sultan di nav 3 rojan de bicive û ji xwe re sultanekî bibjêre.

Sultan Kabûs li Ummanê dest bi xwendina xwe dike, bo bakeloryayê di 16 saliya xwe de diçe ÎngÎltere. Paşî akademiya leşkerî ya Qraliyetê ya Sandhurstê xelas dike. Di artêşa Îngîltere de dixebite û paşî di sala 1966an de tê welatê xwe Ummanê. Bi derba leşkerî  dikeve şûna bavê xwe û Brîtanya destekê didê.

Kabûs bê ku teref bigre tevidgeriya û di gelek mijaran de navbeynkariyê dikir. Têkiliyên xwe ji ti dewletekî nedibirî.

5 baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Ummanê hene û di wan de li dora 2 hezar leşkerên biyanî hene.

Parve bike: