TR KU SO
FB X
Cîhan

TBB, giliyê rêvebirên Kizilayê ku konan bi pere firotin kir

Admin M
Nivîskar
📅 01 adar 2023 04:27

PeyamaKurd – Yekîtiya Parêzerên Tirkiyê (TBB) di derbarê Kızılayê de gilî kir û daxwaznama giliyê da serdozgerê komarê yê Ankara. TBB, bi nivîskî ragihandina xwe ya di mijarê de belav kir û got:

“Berya komara Turkiyê jî Kızılay a ku xizmetê dida milletê û asta wê li gor qanûna rêxistinan de bû (qanûna dernekan), wezîfa wê di wexta afetên xwezayî de parastina jiyana mirovan, têkoşîna bi birsê re, konên ku dabûnê wê bigihanda herêma afetê. Niha di şûna ku konan û alîkariyê bigihîne ciyê afetê, konan bi pere difroşe xelkê û ev kiryar li gor qanûnan, destnîşan dike ku rêvebirên Kızılayê sûc kirine.

Van tevgerên gumanbaran, tevî berpirsiyariya cezayê, li gor hûqûqa mirovî, li gor qaîdeyên navbera Kızılxaç-Kızılayê, li gor hûqûqa navdewletî ya mirovan û li dijî wan temaman tevgeriyane. Di çarçoveya sedemên li jorê de, TBB di derbarê rêvebirên Kızılayê de di asta serdozgeriya Komarî ya Ankara de giliyê wan kiriye.”

Parve bike: