TR KU SO
FB X
Cîhan

Tekna koçberan noqav bû û ji 51 koçberan ti agahî nemaye

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2026 14:13

PeyamaKurd – Li peravên Lîbyayê 51 koçberên ku dixwestin herin Ewrûpayê, tekna wan noqav bû û 51 koçberên tê de bûn fetisîne an jî wenda ne.

Li gor ragihandina dezga Al-Abreen ya ku tevgerên koçberan dişopîne; rûdan di 12ê Hezîranê de di Derya Sipî de qewimiye. Dezge ragihand ku tenê 10 kes ji koçberan rizgar kirine, cesedên 11 kesan dîtine û 40 kes jî heya niha wendane.

Peravên Lîbyayê bûye ciye koçberên ku ji Afrîka direvin lê ji ber kaçaxçiyên koçberan ji şiyana tekneyan zêdetir koçberan li tekneyan bar dikin, li deverê tekne gelek caran noqav dibin.

Parve bike: